ITUC rapora mafê karkeran a sala 2023’an eşkere kir

Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) rapora xwe ya derbarê mafê karkeran a sala 2023’an eşkere kir.
Konfederasyonê, Tirkiye xist nava 10 welatên ku herî zêde mafê karkeran lê tê binpêkirin.
Her wiha ragihand ku ji girtina Bijîşk Şebnem Korur Fincanci jî derqanûnî ye.

Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) rapora xwe ya derbarê mafê karkeran de eşkere kir.

Di rapora ku li gorî bîlencoya sala 2023’an hatiye weşandin de, 148 welat cih digirin.

Tirkiye di mijara mafê karkeran de di nav 10 welatên herî xirab de ye

Li gorî wê di mijara mafê karkeran de Tirkiye di nava 10 welatên herî xerab de cih digire.

Di raporê de hat gotin:

“Êrîşên hovane yên li ser azadî û mafên karkeran dewam kirin.

Polîsan zext li xwepêşandêran kirin û rêveberên sendîkayan jî bi awayekî keyfî girtin.”

Li gotî raporê Tirkiye di Endeksa Mafên Gerdûnî de di rêza 5. de cih digre.

Ev jî tê vê wateyê ku mafên karkeran nayên parastin.

Bangladeş, Belarûs, Ekwador, Misir, Esvatînî, Guatemala, Myanmar, Fîlîpîn, Tûnis û Tirkiye di nava 10 welatên ku mafê karkeran lê nay parastin de cih girtin.

Di raporê de hate ragihanin li Tirkiyê karkerên ku hewil didin xwe rêxistin bikin ji kar têne avêtin.

Her wiha 26’ê Sibata 2023’an li Stenbolê ji di xwepêşandana karkeran de bêtirî 100 kes hatin binçavkirin.

Di nava wan de Alîkarê Sekreterê Giştî yê DISK’ê rêveber û endamên sendîkayan jî hebûn.

“Rawestandina erkê Fincanci karekî neqanûnî ye”

Di raporê de cezayê girtîgehê yê sala borî ya Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci jî cih girt.

Fincanci balkişandibû ser karanîna çekên kîmawî yên dewleta Tirk a qirker li hemberî gerîlayên HPG û YJA-Starê.

Rejîma faşîst ya AKP’ê ku ji vê rastiyê bihêrs bû, li Fincanci 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.

Di raporê de hat bibîrxistin ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxwaza dûrxistina Fîncancî ji wezîfeya wê kiriye û hat gotin:

“Ji erk girtina Fincanci dibe mudaxeleyeke eşkere û nayê qebûlkirin”

Back to top button