Li Îranê ‘Polîsên Exlaqî’ careke din li kolana belav bûne

Li Îranê gera Polîsên Exlaqî yên di nava bajar de careke din dest pê kir.
Ev polîs wê jinên ku lacikan nadin serê xwe bişopînin.
Piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ev cara yekeme Polîsên Exlaqî di nava bajêr de digerin û mudaxileyê jina dikin.

Li Îranê Polîsên Exlaqî yên ku di bin navê qanûna hicabê de jinan dişopînin, careke din li kolanan belav bûne.

Jinên ku lacikan nadin serê xwe wê rastî mudaxileya van polîsan werin.

“Jinên lacik nadin serê xwe wê werin binçavkirin”

Berdevkê polîsan Îranê ragihand ku Polîsên Exlaqî wê pêşî dest bi hişyarkirina jinan û piştre jî binçavkirinê bikin.

Polîsên Exlaqî piştî ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî qetil kirin, li seranserê welêt rastî nerazîbûnan hatibûn.

Piştî wê di 16’ê Îlona 2022’yan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ despêkir.

Xwepêşandanên ku li seranserî Îranê belav bû di demekî nêz de li dijî desthilata Îranê vegeriya serhildanekî.

Di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de bêtirî 500 kes hatin kuştin

Di xwepêşandanan de bêtirî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan û 20 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Bi berfirehbûna xwepêşandanan re deshilata Îranê neçar ma ku gav paşde biavêje.

Rayedarên Îranê ragihandibûn ku wan Polîsên Exlaqî rakirine.

Piştî wê jî di meha Kanûnê de hatibû rakirin.

Li Tehranê polîsên exlaqî dewriye digerin

Lê li gorî agahiyên ku li Îranê hatine girtin ekîbên Polîsên Exlaqî yên jin û mêr li kolanên Tehranê digerin.

Bi vê yekê re eşkere bûye ku Îran hêjî di mijara hicaba bi zorê de bi îsrare.

Ji ber ku rêberên olî yên Îranê, hîcabê yek ji stûnên herî girîng ên şoreşa Îslamî dibînin.

Lewma ew rakirina lacikan ji aliyê jinan ve weke bandora Ewropa dibînin.

Ji ber vê yekê dewleta Îranê di mijara tepisandina jinan de bi îsrare.

Serhildana jinan a li dijî zextên desthilata Îranê jî bi rêbazên cuda hêjî dewam dike.

Back to top button