Lûtkeya NATO ji ber çi girînge û di rojeva lîderan de çi heye?

Lîderên NATO piştî “Şerê Sar” li paytexta Spanya Madrîdê bi rojevên sereke û dîrokî dicivin.
Li pêşiya lîderan krîzên herî mezin heye.
Guhertina hevsengiyên jeopolîtîk û têgihîştina gefên piştî êrîşa Rûsya ya dijî Ukraynayê, wê bibe mijara lûtkeya ku îro dest pê kir.
Lûtke wê 3 rojan dewam dike.

“Mirina mejiyê NATO pêk hatiye.”

2019’an Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi vê gotinê carekê balkişandibû li ser Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) yê.

Lê bi êrişa Rûsya ya li dijî Ukrayna yê re derket holê ku nîşanên NATO yên jiyanî zêde bûne.

Di destpêka van nîşaneyên vejînê de, plana ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg heye.

Stoltenberg di destpêka hefteyê de ragihandibû ku ji bo veguhertina Hêza Reaksiyonê û zêdekirina hejmara leşkerên ji bo destwerdana bilez ji 40 hezarî bigihînin 300 hezarî.

Her wiha berfirehkirina NATO ya ji 30 endaman pêk tê jî heye.

Ji ber guhertina fikarên ewlehiyê yên li herêma Asya-Pasîfîkê, Awistralya, Japonya, Zelanda Nû û Koreya Başûr jî wê beşdarî lûtkeyê bibin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî “pêşbaziya zêde ya di navbera demokrasî û otorîterîzmê” û “dijberiya Moskow û Pekînê ya li dijî nîzama navneteweyî ya li ser bingeha qaîdeyan” ji rojeva sereke ya lûtkeyê bi nav dike.

Di vê navberê de wê daxwazên endamên nû yên bo NATO yê yek ji rojeva sereke ya lîderan be.

Fînlandiya ya ku xwediyê 1,300 kîlometre sînorê bi Rûsyayê re ye ew û cîranê wê Swêd piştî dehê salan dest ji polîtîkaya bêalîbûnê berdan û dixwazin xwe di bin banê NATO yê de biparêzin.

Lê ji bo herdû welatan rejîma Tirkiyê astengiyan derdixe.

Tirkiye ji herdû welatan dixwaze zextên li ser gelê kurd erê bike.

Ji ber vê yekê tê pêşdîtin ku ev mijar wê di nava lîderên NATO de jî nîqaşek berfireh bixwere bîne.

Di dema êrişên dagirketiya dewleta Tirk a 2019’an li dijî Serê Kanî û Girê Spî pêk anîn de, Swêd û Fînlandiya bertek nîşan dabû.

Rejîma Tirkiyê dixwaze bi rêya kaxeza veto ya endamtiya van welatan, zextê li ser wan zêde bike.

Di vê navberê de, piştevaniya bo Ukrayna jî yek ji rojevên sereke yên lîderan e.

Piştî 2014’an, NATO yekem car li Estonya, Letonya, Lîtvanya û Polonyayê tabûrên pirneteweyî ava kirin.

Bi êrişa Rûsya ya 24’ê Sibata 2022’an a li ser Ukraynayê re, biryar hat girtin ku li Bulgarîstan, Macarîstan, Romanya û Slovakyayê komên şer bên avakirin.

Back to top button