Li gelek bajarên Ewropa li dijî tecrîdê stand hatin danîn

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Koln û Freîbûrg ê Elmanyayê stand hat danîn.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyana ya Kolnê, bi daxwaza azadiya Rêber Apo li qada bajêr stand hat danîn û derbarê rewşa dawî ya Rêber Apo de gel hate agahdarkirin.

Li bajarê Dortmûnd ê Almanyayê jî Meclîsa Jinê ya Rozerîn stand danî.

Kesên serdana standê kirin der barê tenduristiya Rêber Apo û tecrîda girankirî de hatin agahdarkirin.

Di çarçoveya çalakiya standê de diyariyên biçûk ên bi nivîsên zimanê Almanî yên têkildarî xebatên Rêber APO li ser Şoreşa Jinê, Ekolojî û Konfederalîzma Demokratîk li derdor hatin belavkirin.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk di çarçoveya pêngavê de kon û stand danî.

Di çalakiyê de derbarê tecrîda li ser Rêber Apo belavok hate belavkirin

Li bajarê Dûîsbûrg ê Almanyayê jî Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel bi heman armancê stand vekir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Li bajarê Stûttgartê yê Almanyayê hate şermezarkirin

Back to top button