Li Helebê jinan piştgiriya pêngava Azadiyê kirin

Li Helebê jinan piştgiriya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dikin.
Jinan gotin heta azadiya Rêber Apo em ê têkoşîn bikin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê gotin divê tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Welatiya bi navê Kîfa Yihya got: Li hemberî êrîşan em bêdeng namînin.Em ê li dijî tecrîdê têkoşîn bikin.”

Welatiya bi navê Mîdya Mislim jî wiha axivî: “Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye. Ev pêngav dê armanca me pêk bîne.”

Welatiya bi navê Necla Hemze jî got:

“Bi rêya wê pêngavê em ê dengê xwe bigihînin cîhanê.

Aliyên têkildar ji bo ku sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Rêberê me dike, rawestînin.”

Li gelek bajarên Ewropa li dijî tecrîdê stand hatin danîn

Back to top button