Li Strasboûrgê roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Kurd li Strasboûrgê li parka Repûblûqûe hate lidarxistin.
Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Di axaftinên de hate gotin ku jin û ciwanên Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk piştgiriyê dike, bi bedena xwe rûmeta mirovahiyê parastin.

Di heman demê de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin û wiha het gotin:

“Bêdengiya li dijî qetilkirina Kurdan dirûtiye.

Em bang li hemû dewletên navneteweyî dikin ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava rawestînin.”

Li Munihê roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin

Li bajarê Munih ê Almanyayê jî Roja Kobanê ya Cîhanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Qada Sendlînger hat lidarxsitin de, gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Di pîrozbahiyê de govend hat gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.

Li Fîlandiya Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin

Back to top button