Li Yemenê, di encama êrîşeke Hêzên Hevbeş yên Yemenî de, zêdeyî 30 “çekdarên Hûsî” hatin kuştin.
Hêzên Hevbeş duh êvarî bi daxuyaniyekê ragihand ku li eniya Merîs ya Parêzgeha El- Dalei êrîşeke bêserûber li dijî Komên Hûsiyan çêbû.
Di encama vê êrîşa giran de, bêhtirî 30 “çekdarên Hûsî” hatin kuştin û gelek birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyê, tevî kuştî û birîndaran, zirarên madî jî hene, her wiha jimarek çek hatin desteserkirin.
Di heman rojê de, dawî li jiyana 7 sekvanên Hûsî li ser destê Hêzên Hevbeş li bajarê Hîs ê başûrê Parêzgeha Hudeydayê jî hat.