KCK: Divê gelê Kurd û hêzên demokratîk rabin ser pêyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) der barê angaştên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de, bang li tevahiya gelê Kurd û dostan kir ku li seranserî cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser pêyan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê îdiayên derbarê jiyana Rêberê Abdullah Ocalan ku li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin de, daxuyaniyeke da.

KCK’ê ji bo ku agahî ji Rêber Apo werin standin, bang li gelê Kurd, dost û hemû hêzên demokratîk kir ku li her derê rabin ser pêyan, her wiha divê malbat û parêzerên Rêber Apo rû bi rû hevdîtinê pê re bikin.

KCK: Divê nûçeyên li ser jiyana Rêber Apo bên zelalkirin

KCK’ê got:

“Der barê tenduristî û jiyana Rêber Abdullah Ocalan de, hin angaş hatine kirin. Parêzeran bilez li ser van angaştên ku xwe dispêrin parlementerekî MHP’ê, daxawziya serlêdana Îmraliyê kir. Nûçeyên li ser tenduristiya Rêber Apo ciddî ne û teqez divê ciddî bên nirxandin û zelalkirin.”

KCK: Divê agirê Newrozê weke pêngava azadkirina Rêbertiyê bê geşkirin

KCK’ê anî ziman:

“Rêya tekane ya mayî ew e tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe. Divê gelê Kurd li her derê agirê Newroza 2021’ê weke pêngava azadkirina Rêbertiyê geş bikin û bi slogana Rêbertiyê Azad, Kurdistana Azad Newrozê pêşwazî bike.”

KCK: AKP-MHP û saziyên navdewletî ji tenduristiya Rêber Apo berpirsiyar in

KCK’ê da zanîn ku AKP-MHP, CPT û saziyên navdewletî ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo berpirsiyar in û got:

“Her nêzîkatiyeke neyînî li hember Rêberê Gelê Kurd, dê bibe sedema ku rê û rêbazên têkoşînê bigihîjin asteke cuda.”

PAJK: Divê Kurd û azadîxwaz li Rêber Apo xwedî derkevin

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) jî bi daxuyaniyeke nivîskî got ku,

“Dagirkerî hewl dide ku aramnca xwe ya ku nekarîbû li Garê pêk bîne, bi êrîşkirina li ser hebûna Rêbertiya me pêk bîne. Nûçeyên li ser jiyana Rêber Apo, destpêka şerekî bêdawî û kûr e. Em bangê li tevahiya gelê Kurd û dost, rewşenbîr, femînîst, azadîxwaz û jîngehparêzan dikin ku li seranserî cîhanê li Rêber Apo xwedî derkevin û ji bo azadiya wî li ser pêyan bin.”

Back to top button