48 saziyên Êzidiyan: Divê Êzidî û Kurd her derê bikin qada berxwedanê

Peymana qirêj a dagirkirina Şengal û têkbirina Xwerseriya wê zêdebûna gefên êrîş-kirinê, hîna di rojeva Iraq û Başûrê Kurdistanê de ye.
Li ser vê yekê, 48 saziyên Êzidiyan bi daxuyaniyeke hevbeş bang li civaka Êzidî û gelê Kurd kir ku Êzidxanê biparêzin û li destkeftiyan xwedî derkevin.

48 saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê ji bo xwedîderketina li Şengalê, daxuyaniyeke hevbeş bi par ve kir.

9 Cotmeha 2020’an, hikûmeta Iraqî li jêr fişarên dewleta Tirkî ya dagirker, digel desthilata Başûrê Kurdistanê li dijî Xweseriya Şengalê peymaneke jinavbirina YBŞ-YJŞ û hêzên Asayîşa Êzidxanê îmze kiribû.

Peyman, ji hingê ve rastî nerazîbûneke berfireh a hundir û derve hatiye.

Ev her 48 saziyên Êzidî di daxuyaniyê de got ku peymana Hewlêr-Bexdayê bi armanca jiholêrakirina destkeftiyên civaka Êzidî hatiye îmzekirin.

Saziyan anî ziman ku tevî nerazîbûn û bangên Êzidiyan ên çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, îmzekerên lihevkirinê ji ya xwe danakevin û di pêkanîna wê de rijd in.

Saziyan got:

“Rayedarên Iraqî herî dawî helwesta xwe aniye asta gefa êrîşkirinê.

Li dijî vê yekê, di serî de li Şengalê, li her dera ku civaka me lê ye, berxwedan tê meşandin.”

Saziyan da xuyakirin ku Iraq û Başûra ku 3 Tebaxa 2014’an Êzidî digel hovên DAIŞ’ê rû bi rû hiştin, îro dixwazin Şengalê dagir bikin û dîroka çeteyan zindî bikin.

Aliyên navborî bang li gelê xwe yê Êzidî, tevahiya gelê Kurd û dostên xwe kir ku her deverê bikin qada berxwedan û nîşandana nerazîbûnan li dijî dagirkeriya Bexda, Enqere û Hewlêrê û ewlehiya xwe bi pêş bixin.

Van 48 Saziyên Êzidî her wiha teqez kir ku divê NY û raya giştî li hember van gefên û bêrêziyên li ser Êzîdxanê bêdeng nemînin û statuya Şengalê misoger bikin.

https://bit.ly/3vQAqSi

Back to top button