Li Kampa Holê 9 çeteyên DAIŞ’ yên din di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hatin girtin.
Ajansa Nûçeyan ANHA’yê ragihand ku duh hêzên Antî-Teror bi ser hejmarek konên beşa yekemîn û duyemîn a penaberên Iraqî de girt..
Di encama vê sergirtinê de, 9 çeteyên ku weke şaneyên DAIŞ’ê di hundirê kampê de tev digeriyan û sûcên kuştinê pêk tanîn, hatin girtin.
Her wiha hate diyarkirin ku di nava van çeteyan de, jinek ku çek li çeteyên di hundirê kampê de belav dikir, heye.