Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokartîk Hikmet Hebîb diyar kir ku pêkhatina lihevkirinê di navbera hêzên Kurd de, têgeha neteweya demokratîk û biratiya gelan xurt dike.
Hikmet Hebîb lihevkirin pîroz kir û da xuyakirin ku ev yek ji bo parastina yekîtiya Sûriyê, gelekî girîng e û wê encamên siyasî bi xwe re bîne.
Hebîb da zanîn ku lihevkirina di navbera PYNK û ENKS’ê de gaveke yekîtiya nîştîmanî ya Sûriyê ye û di Sûriyê de jî dosya Kurd xurt kir.
Hebîb diyar kir ku wê ev gav nehêle keda şehîdan vala biçe.
Hikmet Hebîb di dawiyê de, spasiya her kes û her aliyên ku lihevkirinên Kurd-Kurd bi ser xistine kir û got:
“Em hêvî dikin her du şandeyên Kurd bi lez gavan bavêjin û em bang li hêz û partiyên Sûriyê dikin ku heman gavan bavêjin da ku bigihêjin çareseriyek siyasî.