Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikûmeta Şamê ya li herêma Idlibê dewam dike û careke din hêzên hikûmetê gundewarên Idlibê dan ber topan.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê hêzên hikûmeta Şamê bi mûşekan deverên Fitêra, derdora Kinsefra, Sifûhin, Filêfil û Hilûbiyê yên gundewarê Idlibê topbaran kirin.
Hemwextî topbarana hêzn hikumeta Şamê, balafirên Îranê jî nuqteyên çeteyan li derdora bajarokê Bara bomberbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker jî şandina çekan bo Idlibê dewam dike û herî dawî li gorî Çavdêriya Sûrî, 40 maşîneyên leşkerî yên Tirk ji deriyê Kefer Losîn derbasî herêmê bûn..
Bi vê yekê re, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan, jimara maşîneyên leşkerî yên ku Tirkiyê derbasî herêmê kirine, bû 4 hezar û 170.