Ferîd Atî: Tirkiyê dixwaze darizandina çeteyan taloq bike

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser dibêje Ferîd Atî dibêje piştî biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bûn. Ferîd Atî diyar kir ku Tirkiye bi van êrişan dixwaze darizandina DAIŞ’ê taloq bike.

10’ê Hezîrana îsal Rêveberiya Xweser ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê wê li ser axa ku sûckirine darizîne.

Ev biryar li xweşiya dewleta Tirk nehat û ew û hevkarên wî aciz kir.

Ji bo wê jî hema piştî biryarê dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmê zêde kir.

Di wê rojê de berê topê xwe da Şehba, 37 kîlometreyan kete nav axa Sûriyê û êriş kir.

Êrişên ku 7’ê hezîranê destpêkir heta 20’ê hazîranê domiya.

Di van êrişan de jin, zarok, şervan, pêşeng û herî dawî hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgira wê Lêman Şiwêş û endamê meclisa Kanton Qamişlo Firat Tûma jî di nav de bi dehan welatî şehîd bûn.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ferîd Atî têkildarê mijarê axivî û got:

Rêveberiya Xweser ji roja ku ava bûye û heta niha şerekî mezin li dijî terorê daye û di encamê de gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine rizgarkirin.

Atî got

“Ji ber ev serkeftinên Rêveberiya Xweser dewleta Tirk a dagirker aciz dibû.

Dema ku herêmek dihate rizgarkirin, aciziya dewleta Tirk jî zêde dibû.

Piştî vê biryara Rêveberiya Xweser êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî zêde bû.

7 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî kolektîf bi hev re dijîn

Li herêmên me gel bi hev re dijîn. Ji bo hilweşandina pergala li herêmê dewleta Tirk êrîşan dike.

Dewleta Tirk ji xwe berê jî êrîşî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiribû û dixwaze ewlehiya herêmê xera bike.

Em ê bi yekîtiya gelan û Neteweya Demokratîk li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bin.”

Ferîd Atî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan taloqkirina darizandina çeteyên DAIŞ’ê ye.

Şêniyên Kobanê: Divê çeteyên DAIŞ’ê bi cezayê giran bêndarizandin

Back to top button