KCÊ-E’yê bang kir: Dawî li êrişên Tirkiyê bînin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê-KCÊ-E’yê anî ziman ku êrişên dewleta Tirk weke sûcên DAIŞ’ê ne û banga pêşîlêgirtina li êrişan kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ji bo êrişên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyanî da.

Koordînasyonê anî ziman ku êrişa li dijî Tirbespiyê li dijî mirovahiyê ye û li pêş çavên cîhanê pêk hat.

KCÊ-E’yê destnîşan kir ku ev êriş û kirinên dewleta Tirk weke sûcên DAIŞ’ê ne û ev tişt anî ziman:

”Em hemû êrişên li dijî Xweseriya Rojava weke êrişên yekser ên li dijî civaka Êzidî dibînin.

Di demeke ku darizandina Rêveberiya Xweser Darizandina DAIŞ’ê xist rojev ev êriş zêdebûn.

Lewma dijminatiya li rêveberî û herêmeke bi vî rengî ji bo me kiryarên DAÎŞ’ê ye

KCÊ-E’yê bang li welatên bi bandor ên li herêmê kir ku bi berpirsyarî rabin û dawî li êrişan bînin.

Back to top button