Komîteya Misirî :Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gelên herêmê ye

Komîteya Misirî ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan kampanyaya xwe ya komkirina îmzeyan bi daxuyaniyekê bi encam kir.

Rewşenbîr, hiqûqnas, nivîskar, siyasetmedar, çalakvan û niştîmanperwerên ji hemû gelên herêmê, ji Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Asûr û yên dîtir di daxuyaniyê de teqez kirin ku azadiya rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên herêmê pêwîst e.

Daxuyaniyê balkişand li ser tecrîda giankirî û wiha dewam kir;

komîteya meclisa Ewropa ya pêşîlêgirtina îşkenceyê CPT li hemberî tecrîda ku li Imraliyê tê kirin, nikarî biryareke cidî bistanda û bi bin ket.

Bêdengiya saziyên navneteweyî û nedîtina kampanyayên ji bo azadiya Ocalan rê dide Tirkiyê ku tecrîdê bêtir giran bike.

Dewleta Tirk projeya aştiyê ya ku rêzdar Ocalan pêşkêş kiriye qebûl nake, berevajî wê dixwaze bi şer û dagirkirina herêmê tevliheviyê derxe û Osmaniya nû li ser hesabê gelên herêmê ava bike û li herêmên dagir kirine destekê dide komên terorîst.

Kampanyaya navneteweyî ya ku ji bo azadiya Ocalan hatiye avêtine, divê were dîtin û destekdayîn.

Back to top button