Xeyas Surçî: PDK ji aqûbeta gerîla yên winda berpirsyar e

Li welat û derveyî welat nerazîbûnên li dijî êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîla û hevkarîya wê ya li gel dewleta Tirk zêde dibin.
Yek ji rayedarên YNK’ê Xeyas Surçî diyar kir PDK ji aqûbeta gerîlayên ku êrîş birîye ser wan, berpirse. Bang li hemû partiyên siyasî kir li ber şerê birakujiyê rabin.
Koordînasyona KCDK-E jî bang li PDK’ê kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirkiyê re bîne.

Berpirsê Ragihandin û Peywendiyan yê Malbenda Musil ya YNK’ê Xeyas Surçî derbarê çarenûsa gerîlayên ku di çend rojên borî de li Xelîfanê rastî êrîşa PDK’ê hatin û wenda bûne, ji Rojnews re axivî.

Xeyas Surçî diyar kir ku herêma ku gerîla lê wenda bûne, PDK têde heye û çekdarên PDK’ê ji wir berpirs in.

Surçî derbarê soza serokê PDK’ê Mesud Barzanî ku gotibû ew şerê Kurd bi Kurd heram dikin de got;

“Ne tenê Berzanî, me jî weke YNK şerê birakujî heram kiriye. Ji bo vê divê hemû partiyên siyasî girêdayî soza xwe bin.

Pêwîste Kurd bibin yek, ji ber ku Kurdistan di rewşek nû re erbas dibe û ji bo parastina aramiya herêmê divê hemû hêzên siyasî bibin yek.”

Berpirsê Ragihandin û Peywendiyan yê Malbenda Musil ya YNK’ê Xeyas Surçî destnîşan kir ku tekane rêya ji bo çareserkirina qeyran û nakokiyan, yekîtiya Kurdan e.

KCDK-E bang li PDK’ê kir ku dawî li hevkariya bi Tirkiyê re bîne

Kongra Civaka Demokratîka a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) jî têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyê û bêdengiya wê ya derbarê rewşa koma gerîla yên li gundê Xelîfanê daxuyaniyek da.

KCDK-E bang li PDK’ê kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re bîne û got:

“Heya ku PDK daxuyaniyeke ku mirov qanih bike nede, wê di hemû çalakî û xebatên me de, nêzîkatiyên me ya li hemberî PDK’ê her tim rexnegir be, em ê li her derê û her cihî pêvajoyeke teşhîrkirinê bidin destpêkirin.”

Back to top button