Êdî li ser deshilatdariya Nepalê, gerîlayek berê heye.
Serokê Partiya Komunîst a Maoîst, Pûshpa Kamal Dahal bû serokwezîrê nû yê Nepalê.
Serokê Maoîst ji serhildana li dijî monarşiyê ya Nepalê re pêşengtî dikir.
Piştî hilbijartina meha borî tifaq bi mûxalefeta sereke re kir û cara sêyemîn bû serokwezîr.
Rayedarên partiyê doh daxuyanî dan û diyar kirin bi hevgirtina Partiya Marksîst û Lenînîst Yekgitrtî û bi alîkariya komên din ên biçûk wê Pûshpa Kamal Dahal ji hikumeta nû re seroktiyê bike.
Pûshpa Kamal Dahal ê ku bi nasnavê Prachanda tê nasîn wê bi sondaxwarinê dest bi peywirê bike û divê li meclîsê îspat bike ku gelek kesan piştgirî daye wî.
Heft partiyan soza piştgiriyê dane wî.



