LI EFRÎNÊ, LI GUNDÊN RECO Û BILBILÊ BI DEHAN SIVÎL HATIN REVANDIN

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê didomin.
Di vê derbarê de, koma çeteyan a bi navê El-Hemzat şêniyê bi navê Fûad Elî yê ji gundê Şerqiya yê Bilbilê revand.

Li beranberî serbestberdana wî jî, çeteyan 50 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wî xwest.

Hêjayî bîrxistinê ye, Fûad Elî beriya salekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin û li beramberî 25 milyon lîreyên Sûrî serbest hat berdan.

Her wiha li gundên Qizil Başa û Bêlê yên heman navçeyê, û bi rasthatina Cejna Qurbanê, çeteyên dagirkeriyê 200 dolar ji her malbatekê distînin.

Li gundê Şêx Bilêl ê Raco jî, ajansa Hawarê (ANHA) ragihand ku bi dehan sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Ji wan tenê 3 nav hatin bidestxistin:

– Mihemed Ehmed (50 salî)
– Şikrî Ehmed (75 salî)
– Mihemed Ehmed (32)

 

 

Leave a Reply

Back to top button