Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê

Hovîtiya çeteyan li Efrîna dagirkirî dewam e. Li Cindirêsê dema ku dizanin ku kurdin, ne alîkariyên mirovî ne jî konan didin wan. Li aliyekî jî di demekê de ku her kes bi erdhejê mijûl e, çeteyên Ceyş Elşerqiyê 500 dar birîn da ku li şûna wê mêtîngeh bên avakirin.

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku hemû zagonên navnetewî bin pê dike li Efrîna dagirkirî didome.

Tora Çalakvanên Efrînê dîmenek parve kir ku tê de eşker dibe ka çawa çete dema dizanin ku kurdin, wan ji alîkariyê bê par dihêlin.

Kesên di dîmen de xuya dikin Efrîniyên li cihê xwe mane ye û ji ber kon bi destê wan neketiye, li çolê radikevin.

Kesê di dîmen de diaxivî diyar dike ku bavê wî li nexweşxaneyê ye û zarokên wî ku çend deverên laşê wan şiketine, li çolê dimînin.

Her wiha Çeteyên Elemşat jî 150 matbatên ku li gundên Enqela û Sinara yên Şiyê dimînin, didin koçberkirin.

Wekî di dîmen de jî diyar dibe ku xel bi rêz erebeyan ji gundan koçber dibin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çete vê yekê bi armanca ku malbatên xwe yên li Cindirêsê diman û piştî erdhejê cihên lêbûn hilweşiyane bi cih bikin, pêk tînin..

500 Darên zeytûnan li ser destê çeteyên Ceyş Elşerqiyê hatin birîn

Li aliyê din, çeteyên bi navê Ceyş Elşerqiya jî 300 darên zeytûnan ji kokê ve li gundê Sindankiyê yê Cindirêsê birîn.

Hate diyarkirin ku bi armanca avakirina mêtingehekê li gund ev dar hatine birîn.

Back to top button