Şêniyên Siwêdayê bi çalakiyekê banga guhertina siyasî û hikumetê kirin. Li aliyê din, Hêzên hikûmetê bi çekên giran gundên Hema û Idlibê topbaran kirin.
Şêniyên Siwêdayê careke din li dijî hikûmeta Şamê daketin qadan.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku bi dehan ji şêniyan li qada El-Keramê kom bûn û mêtinegek li dar xistin.
Şêniyan di çalakiya xwe de daxuyaniyek dan û daxwaza mafên xwe kirin û banga guhertina siyasî û pêkanîna biryara NY ya 2254 kirin.
Hêzên hikûmeta Şamê rojavayê Hema û başûrê Idlib topbaran kir
Li aliyê din, Çavdêriya Sûrî ragihand ku vê sibê hêzên hikûmetê herêma “Bêçek” topbaran kir.
Hêzên hikûmetê bi çekên giran gunedwarê rojavayî Hemayê û gundewarê başûrê Idlibê da ber topan.
Derbarê encamên topbaran de ti agahî nehatine parvekirin.