Li Şengalê ji aliyê Meclisa Jin a Herêma Ereb ve pêşangeha wêne, pirtûk û gotinên Rêber Apo ên nivîskî hate vekirin.
Meclisê li gundê Xelef ê herêma Barê ya Şengalê, bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêşangeheke ji wêne, pirtûk û gotinên Rêber Apo vekir.
Di pêşengehê de bi dehan jinên Ereb û nûnerê Tevgera azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) amade bûn.
Di pêşangehê de pirtûk, wêne û gotinên Rêber Apo ên nivîskî hatin pêşandan.
Her weha li pêşengehê li ser komploya 15’ê Sibatê sînevîzyon hate pêşandin.
Jinên Ereb name ji Rêber Apo re nivîsîn û di pêşangehê de danîn.
Jinên tevlî pêşangehê bûn diyar kirin ku ew Rêber Apo nêzî xwe dibînin û hêvî kirin ku di zûtirîn dem de Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.