YE derbarê azadiya raman û doza sê rojnamevanên girtî bersiva Ronûs’ê da

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe Ronûs’ê derbarê doza Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî de nameyek fermî ji Parlamentoya Ewropayê re şand.
Parlamentoya Ewropayê bi nivîskî bersiva federasyonê da û di nameya xwe de got: “sînordarkirina azadiya ramanê li Herema Kurdistanê mijareke ku Yekîtiya Ewropayê li ser diaxive ye.”

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe Ronûs’ê derbarê doza Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî de nameyek fermî ji Parlamentoya Ewropayê re şand.

Parlamentoya Ewropayê bi nivîskî bersiva federasyonê da.

Federasyona Ronûs di nameyek fermî de bi rêya her du parlementerên YE Nicolai Villumsen Danîmarkî, Malin Bjork a Swêdî di Koma Çep” de, çend pirs li ser rewşa azadiya derbirînê, mafên mirov û girtiyên Behdînanê kirin.

Ronûs di nameyê de dosyayên Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî şand Parlamentoya Ewropayê.

Çavkaniyek ji encûmena rêveber ya Ronûsê ji derbarê mijarê de ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

“Me bi rêya du parlamenteran pirsên xwe gihandin Komîsyona Mafên Mirovan ya Yekîtiya Ewropayê.

Wezareta Derve ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bersiva name û pirsên me da û li ser malpera fermî ya Parlamentoya Ewropayê belav kir.”

Di dewamê de çavkanî got; “Nûnerê bilind yê serokatiyê bersiva pirsan da û da zanîn ku haya wan ji dosyayên Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî heye.

Her wiha ji Komîsyona Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê xwest ku li ser dozan lêkolînan bike, raporê bide Parlamentoya Ewropayê û rêyên hevkariyê destnîşan bike.”

Di nameya Parlamentoya Ewropayê ya derbarê rewşa azadiya ramanê û mafên mirovan li Başûrê Kurdistanê de wiha hat gotin:

“Di civîna Yekîtiya Ewropayê ya meha Tîrmehê de li Brukselê, rewşa mafên mirovan, azadiya ramanê û azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê bi awayekî berfereh hat gotûbêjkirin.

Herwiha sînordarkirina azadiya ramanê li Başûrê Kurdistanê mijareke ku Yekîtiya Ewropa li ser nîqaş dike ye.”

Back to top button