Li Til Temir merasîmeke xiyabî ji bo Ş. Berfîn Botan hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîmeke xiyabî ji Şehîd Rîhan Masûm Xelef ‘Berfîn Botan’ ku11 Hezîranê li herêmên parastina Medya şehîd bûbû li darxist.
Malbatê di merasîmê de soza berxwedan û têkoşîna li dijî dijmin û dagirkeran da.

Merasîm li pêş mala şehîd Rîhan, li Til Temirê bi beşdariya bi sedan ji şêniyên Til Temir û Dirbêsiyê hate lidarxistin.

Di merasîmê de, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Çinar Salih axivî û got:

“Dewleta Tirk armanca dike ku tevahî gelên herêmê qir bike, berxwedana gerîlayên me jî, ji bo parstina destketiyên gel e.”

Apê şehîd Rîhan, Xalid Yûsif jî diyar kir ku ji bo parastina axa welatê xwe ew amade ne, tiştên herî giranbuha bidin.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê bi dawî bû.

Back to top button