Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyek êşkence kirin

Kiryarên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî, li dijî şêniyan û xwezayê dewam dikin. Li navçeya Cindrêsê welatiyê ku mala xwe radestî çeteyan nekir, rastî êşkenceyê hat û li gundên Efrînê jî 75 darên zeytûnan hatin birîn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî Çeteyên Ehrar El-Şerqiye, bi rengekî hovan êşkence li welatiyê bi navê Reşîd Silêman Reşo ê ji gundê Hemamê yê navçeya Cindrêsê kirine.

Ev yek jî piştî ku Reşo qebûl nekir mala xwe radestî çeteyê bi navê Ebû Ducane bike, pêk hat.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 75 darên zeytûnan birîn

Ne tenê êşkenceya li dijî mirovan, wêrankirina xwezayê û darên berhemandar jî li Efrînê dewam dike.

Li gorî çavkaniyên xwecihî çeteyên Sultan Murad yên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Şera 60 darên zeytûnan birîn.

Ew dar ên welatiyê bi navê Ehmed Hemdoş in.

Piştî ku çeteyan darên wî birîn, li bazara Efrînê jî firotin.

Her wiha li gundê Qîbarê yê girêdayî Efrînê jî çeteyan 15 darên zeytûnan birîn. Ew dar jî yên welatiyê bi navê Neiso Neiso ne.

Back to top button