Hevserokê Rêveberiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir diyar kir ku sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şûnwarên li Efrînê berdewam dikin. Hemîd Nasir bang li Hêzên navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê rawestîne û sûcdaran darizînin..
Sûc û hovîtîya dewleta Tirk a dagirker ên li dijî tunekirina çand û dîroka Efrînê didomin.
Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên xwe, bi armanca qirkirina dîroka Efrînê, cihên dîrokî wêran dikin..
Herî dawî jî, dîmeneke li ser malpera Nebî Horî hat weşandin, tê de treks û alavên giran şûnwaran vedikolin.
Ev li gorî peyman û qanûnên navneteweyî yên girêdayî şûnwaran qedexe ye.
Li gorî Rêveberiya Şûnwaran a Kantona Efrînê:
Girê Endara yê li navçeya Şêrawa gelek caran hat vekolandin û derbkirin û niha jî çeteyan gir veguhestine cihê perwerdeya leşkerî.
GIRÊN HATINE WÊRANKIRIN
Girê Endara
Girê Nebî Horî
Girê Ziravkê
Girê Birc Ebdalo
Di vê mehê de, 3 cih hatin wêrankirin, ew jî Nebî Horî, Girê Ziravkê yê li navçeya Şera û girê Birc Ebdalo yê li navçeya Şêrawa ne.
Ji dema dagirkirina Efrînê de heta niha, nêzî 70 gir û cihên dîrokî hatin wêrankirin.
Her wiha ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, nêzî 70 gir û cihên dîrokî hatin wêrankirin.
Hevserokê Rêveberiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemdî Nasir diyar kir ku armanc ji van sûcan, qirkirina dîroka wê ye.
Sala 2020, 20 Gir û cihên dîrokî hatin wêrankirin.
Hemdî Nasir teqez kir ku wan gelek dîmen û wêne tomar kirin, tenê îsal 20 gir û cihên dîrokî hatin wêrankirin.
Hevserokê Rêveberiya Şûnwaran a Kantona Efrînê bang li aliyên pêwendîdar kir ku parastina şûnwaran bikin, bi taybet bang li rêxistina UNESCO’yê kir ku destwerdanê bike û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şûnwaran rawestîne.
Nasir bang li aliyên pêwendîdar jî kir ku dewleta Tirk li ser sûcên wê darizînin.