Samî Rêkanî: Îran û Tirkiye li dijî Kurdan bi hev re dixebitin

Nerazîbûnên welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî hovîtiya dewlets Tirk her ku diçe zêdetir dibin. Mamoste Samî Rêkanî diyar kir ku ji bo lawazkirina Kurdan, Îran û Tirkiye bi hev re dixebitin. Çalakvan Herdî Ebas jî diyar kir, hikumeta Başûr, ji sala 1991’ê ve bê edaletîyê li hember welatiyan dimeşîne. Hunermendên Hewlêrê jî ji bo rêgirtina li pêşiya dagirkeriyê, banga yekîtîya Kurd kirin.

Mamosteyê zanîngeha Dihokê Samî Rêkanî diyar kir ku dewleta Tirk ji ber bihêzbûna Kurdan, êrîşan dike, her wiha dixwaze desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bigire destê xwe.

Samî Rêkanî got: “Îran û Tirkiye, ji bo lawazkirina Kurdan, bi hev re kar dikin. Hewl didin ku di rêya Bexdayê re, sînorê bazirganiyê yê Kurdan jî lawaz bikin.

Samî Rêkanî: Bi yekîtiyê wê planên îran û Tirkiyê bên pûçkirin

Mamosteya zanîngehê da zanîn ku sedema bêdengiya Hewlêr û Bexdayê, bandora dewleta Tikr a li ser wan e.

Samî Rêkanî destnîşan kir ku bi yekrêziya Kurdan û yekîtiya bi PKK’ê re, wê planên Îran û Tirkiyê bên rawestandin. Divê gelê Kurd hişyar û ji lihevkirinên welatan agahdar be.

Herdî Ebas: Hikûmeta Başûr li hember welatiyan bê edaletiyê dike

Çalakvanê sivîl ê herêma Germiyanê Herdî Ebas diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê, ji sala 1991’ê ve, li hember welatiyên xwe bêdadiyê dimeşîne û got:

“Bêhelwestî û nerazîbûnên welatiyan sînordar dike û bi rêya hin nivîskar û rewşenbîran, çalakiyên bêdeng li dar dixe.”

Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Şûî Cewher Şikûr anî zimên:

“Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê guh bide daxwazî û nerazîbûnên gel. Divê rexneyan bipejirîne, ne ku fişar û çewisandinan bike.”

Hunermendên Hewlêrê banga yekîtîya Kurdan kirin

Girêdayî heman mijarê, hundermendên Hewlêrê ji bo rêgirtina li pêşiya dagirkeriyê, bang li hêz û aliyên siyasî kir ku yekrêziya Kurd ya neteweyî bingeh bigirin û bi yek helwestê li hember dijmin û dagirkeran bisekinin.

Back to top button