Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de, 25 kes ji her du aliyan hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li eniyên di navbera Heleb, Hema û Reqayê de, şer û pevçûn di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dikin.
Çavdêriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi tundî, êrîşan dibin ser hêzên hikumeta Şamê û ji bo şikandina van êrîşan, firokeyên Rûsî bombebaran pêk tînin.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir jî ku 11 leşkerên hikumetê û 13 çeteyên DAIŞ’ê ji duh ve hatine kuştin û agahiyên teqez hene ku kuştî û birîndarên her du aliyan ji vê hejmarê zêdetir bin.
Li gorî Çavdêriyê, ji 24’ê Adara 2019’an heta niha, bêhtirî 601 leşkerên hikumeta Şamê û çekdarên girêdayî wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin.