Heta niha 80 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî bûn

Bi banga Seferberiya Rêveberiya Xweser, ji Başûrê Kurdistanê komeke din ya ciwanan tevlî Berxwedana Rûmetê bû. 
Bi koma dawî re heta niha 80 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûne. 

Rêveberiya Xweser piştî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga seferberiyê kiribû û li Başûrê Kurdistanê jî Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer jî bersîv dabûn vê bangê.

Piştî ragihandina seferberiyê ciwanên Başûr, ref bi ref berê xwe dan qadên berxwedanê.

Ciwanên tevlî berxwedanê bûne ji Xaneqîn, Germiyan, Kerkûk, Silêmanî, Ranya, Sengeser, Qeladizê, Çemçemal, Derbendîxan, Hewlêr, Duhok, Zaxo û Şêladizê ne.

Heta niha 11 komên ciwanan, bi giştî 80 ciwan tevlî Berxwedana Rûmetê bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li deverên nêzî sînorê Rojavayê Kurdistanê ciwan beyî ku serî li ti saziyan bidin, bi însiyatîfa xwe tevlî berxwedanê bûne.

Leave a Reply

Back to top button