Piştî êrîşên dagirker yên artêşa Tirk li dijî Bakûr û Rojhilatê Surî da destpêkirin, hevkariya Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê eşkeretir dibe.
Vê carê qanala ARD ya Alman, bi dîmenan belge kir ku Husên El-Colanî yê berê di nav DAIŞ’ê de şer kiribû, niha bi artêşa Tirk re li Bakur û Rojhilatê Sûrî şer dike.
Qanala televîzyonê ya Alman ARD, bi raporeke rastiya çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Husên El-Colanî ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûrî li kêleka artêşa Tirk şer dike derxist holê.
Li gorî vê yekê, çeteyê DAIŞ’ê El-Colanî di sala 2015`an de berê xwe dabû Almanyayê û salekê li wê derê jiya, wêneyên xwe li Almaniyê belav kir û piştî salekê vegeriya Sûriyê û tevlî çeteyên Cebhet El-Şamiye bû.
ERDOGAN JI ÇETEYÊN DAIŞ’Ê ARTÊŞEK ÇÊKIR
Di dîmenan da bê çawa çete xwe amade dike da ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike jî tê nîşandan.
Nûnerê Amerîkayê yê berê yê Koalîsyona Navdewletî Brett Mcgurk piştrast kir ku Tirkiyê hişt 40 hezar DAIŞ`î bi rêya sînorê Tirkiyê derbasî Sûriyê û Iraqê bibin.
Her wiha di gelek hevdîtinên ku Ronahî TV bi serçeteyên ku li gel QSD’ê girtîne kiribû jî çete alîkariya ku Tirkiye dabû wan anîbûn ziman.