NATO ji bo endamtiya Swêdê zextê li Tirkiye dike

NATO zextê li ser Tirkiyê dike ku endamtiya Swêdê ya NATO’yê erê bike
Dewleta Tirk jî di qada navnetewî de hewil dide endamtiya Swêdê li gor bazarên xwe yê siyasî bikarbîne û bi taybet jî li dijî PKK Kurdan vêna dike.
Ji ber helwesta Tirkiyê ya li ser endamtiya Swêdê ya NATOyê, zextên welatên hevpeyman li ser Enqerê jî zêde dibin.

Wezîrên Karên Derve yên Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA), Almanya, Fransa û Fînlandiyayê beriya Civîna

Wezîrên Karên Derve ya NATO’yê daxuyanî dan û xwestin ku Enqere di zûtirîn dem de endamtiya Swêdê ya NATO’yê qebûl bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji hevkarê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re got divê rêkeftina Swêd di zûtirîn dem de were pejirandin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî ketina Swêdê ya ji bo NATOyê weke “rewşeke derengmayî” bi nav kir û bang li Tirkiyeyê kir ku rê li ber vê astengkirinê veke.

Catherine Colonna: Dibe helwesta Enqerê pêbaweriya tifaqê bixe xeteriyê

Wezîra Ewropa û Karûbarên Derve ya Fransayê Catherine Colonna hişyarî da Enqereyê û got ku “ewê pêbaweriya tifaqê bikeve xeteriyê.”

Colonna bi bîr xist ku niha 29 welatên endamên NATO’yê serlêdana Swêdê ya ji bo beşdarbûnê erê kirine.

Wezîra Karên Derve ya Fînlandiyayê , ku Nîsana par tevlî NATO bû, diyar kir ku ew ji ber ku tevlîbûna Swêdê hê jî tê astengkirin gelekî xemgîn e.

Wezîra Fînlandiyayê Elina Valtonen anî ziman ku ew ê ji hevtayê xwe yê tirk Fîdan re eşkere bikin ku ew li bendê ne ku Swêd beriya Noelê tevlî îtîfaqê bibe.

Stoltenberg: Divê Enqerê astengiya li pêşiya Swêdê ya ji bo NATO’yê rake

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê de hişyarî da Enqereyê ku astengiya li pêşiya endamtiya Swêdê ya li NATO’yê rake û got:

“Swêd sozên xwe bi cih anî, niha dema temamkirina pêvajoya endamtiya Tirkiyê ye.”

Piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, Swêd û Fînlandiya di Gulana sala borî de ji bo endamtiya NATO’yê serlêdan kiribûn.

Fînlandiya di meha Nîsanê de bi erêkirina 31 welatên endamên NATO’yê hatibû qebûlkirin.

Tirkiyê û Hungarya hê jî bersiveke erênî nedane serlêdana Swêdê.

Enqere îdia dike ku Swêd tedbîrên têr li dijî PKKê negirtine.

Back to top button