QSD’ê ragihand ku hêzên wan li Minbicê 2 çeteyên DAIŞ’ê ku beşdarî gelek êrişên terorîstî bûne, girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD têkildarî girtina 2 çeteyên DAIŞ’ê li Minbicê daxuyaniyekê da.
QSD’ê diyar kir ku operasyon bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye.
QSD di daxuyaniya xwe de ev tişît anî ziman:
“Çeteyê bi navê Macid El-Hîlal sala 2016’an tevli DAIŞ’ê bûye û bi gelek karan nav DAIŞ’ê de hatibû erkdarkirin.
Çete El-Hîlal ji dema Baxozê û vir ve kar dikir û demeke dirêj xwe veşart heta ku hat girtin.
Çeteyê din ê bi navê Hisên Şerîf jî sala 2016’an tevli nava DAIŞ’ê bû û di nivîsgeha Zekatê de kar dikir.
Piştî rêzgarkirina Minbicê, çete Hesen Şerîf ji Minbicê reviya û beriya ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve bê girtin, bi dizî dixebitî.