Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi armanca belgekirina sûcên dewleta Tirk a degirker di 27’ê Îlona 2021’ê hat avakrin. Endama Mekteba Jin û Zarokan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo da zanîn ku dagirkirina Serêkaniyê berdewama planên perçekirinê ye, divê qîrîn û hewara zarokên Serêkaniyê were bihîstin.
Bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, li dijî xelkên wê sûcên dermirovî hatin kirin.
Destdirêjî, kuştin û êşkence li jin û zarokan kirin, cihên pîroz, mal û milkên xelkên resen ên Serêkaniyê wêran kirin.
Bi armanca belgekirina sûcên dewleta Tirk a degirker di 27’ê Îlona 2021’ê de Komîteya Koçberên Serêkaniyê di bin dirûşma “Em bimînin û vegerin” hat avakirin.
Komîte ji 35 kesên ji koçberên Serêkaniyê pêk tê.
Têkildarî kar û xebatên komîteyê endama Mekteba Jin û Zarokan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo nirxandin ki.