Li Tebqayê navendeke tenduristiyê hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê navenda tenduristiyê ya Şehîd Xebat li Tebqa vekir.
Navend ji aliyê dayika Xebat, Sena El Misrî ve hat vekirin.

Navenda tenduristiyê ya Şehîd Xebat li taxa yekemîn a Tebqayê hate vekirin.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan û komîteyên jinan tev li vekirina navendê bûn.

Di şahiya vekirinê de hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Ubeyd Muslim axivî û ev yek got:

“Komîteya Tenduristiyê ya herêmê li ser gelek projeyan xebat dike di nav de ev navend heye.”

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Şêx got bi saya fedakariyên şehîdan herêm gihaştiye vê asta pêşketinê.

Li navendê beşên nexweşiyên jin, zarok û pergala hundir, dayîna derziyên zarokan û laşmanyayê hene.

Back to top button