Li Kobanê 3 şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxrikirin

Şehîdên êrişa bombeyî ya duh li Minbicê îro bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Cenazeyê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Heysem Mihemed Eto ‘Ebû Deham’, şervanê Meclisê Hesen Mihemed Nûr û şervanê QSD’ê Salih Mihemed bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hatin oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê Ehmed Îbrahîm ‘Kortan Zîlan’ yê di 27’ê Gulana 2022’an şehîd bûbû hate bibîranîn.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Diravî ya Herêma Firatê, Feryaz Berkel axivî û got:

“Dewleta Tirk a dagirker ji tevahî Cîhanê re îsbat kir ku piştevanê sereke yê terorê ye û di nava hewldanan de ye da ku tola binkeftina DAIŞ’ê hilîne.

Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê dê gelê herêmê li hemberî şerê dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser bikeve.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Back to top button