Sûcên şer yên dewleta Tirk sivîlên hatin revandin rastî eşkenceyê hatin

Dewleta Tirk li herêmên ku dagirkirine sivîlan direvîne û eşkenceyê li wan dike.
Çeteyên dewleta Tirk vê carê jî li Eyn Îsayê ji malbateke 17 kes dîlgirtin, 2 bira revandin û êşkence li wan kirin.
Sivîlên ku rastî êşkence hatin bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine bi komkujî, kuştin, revandin û her cûre şîdetê sivîlan hedef digire û sûcên şer dike.

Herî dawî li Eyn Îsayê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji malbateke 17 kes dîl girtin, 2 bira revandin û êşkence li wan kirin.

Bozan Mihemed Seyîd Ehmed ê ku rastî eşkenceyê hat anî ziman ku dema ku birayê wî Yasîr Mihemed Ehmed zeviyên xwe cot dikir çeteyên dewleta Tirk birayê wî revandin, birin Tirkiye û xistin girtîgehê.

Bozan Mihemed anî ziman ku çeteyan paşê wî jî revandine û êşkence lê kirine û weha axivî:

“Çetayan piştî me revandin malbata min a ji 17 kesan ku piraniya wan jin û zarok bûn dîl girtin. Her weha piştî min revandin 14 rojan li gundê Metamih êşkence li min kirin. Paşê li nêzî navçeya Eyn Îsayê min avêtin nav mayînan. Dema endamên hêzên ewlekariyê dewriyê geriyan min di nav mayînan de dîtin û rizgar kirin.”

Bozan Mihemed diyar kir ku çeteyan li ber çavê malbata wî tevî alavên çandiniyê, sewal û ceh, nêzî 24 milyon mal û milkên wan talan kirine.

Bozan Mihemed destnîşan kir ku ji ber êrîşên çeteyan jiyana wan di xetereyê de ye û bang li rêxistinên mirovî kir ku parastina sivîlan bikin û kesên hatine revandin rizgar bikin.

Leave a Reply

Back to top button