Duh seatên nîvro, li Çarxerêya Sebi Behrat a bajarê Minbicê teqînekê rû da.
Di encama êrişê de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd ketin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxwiyaniyekê nasnameya her 3’ê şehîdan eşkere kir.
Duh li Çarxerêya Sebi Behrat a bajarê Minbicê mayînek bi erebeyekê ve teqiya.
Navenda ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê Teqînê daxuyaniyeke da.
Navenda ragihand ku di encamê de şervanên me ,
Heysem MIhemed Eto , Mihemed Nûr Xafûr û Salih Mihemed Rebî Mistefa şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya meclisê di daxwiyaniyê de got:
“Hevalên me Heysem MIhemed Eto (Ebû Deham) yek ji damezrînerên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye,
Hesen Mihemed Nûr Xaqûr (Zilovan) û şervanê QSD`ê Salih Mihemed Rebî Mistefa di encama teqînê de şehîd bûn.
Em soz didin gelê xwe ku rêya şehîdan berdewam bikin.
Axa xwe biparêzin û ewlehiyê lê dabîn bikin û em dê tola şehîdên xwe hilînin.”
Nasnameya şehîdan li gorî daxuyaniya navendê wiha ye:
Nasnav: Ebû Dehan
Nav û paşnav: Heysem Mihemed Eto
Navê dayîkê: Duha
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Til Eran 2-2-1995
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023
Nasnav: Zilovan
Nav û paşnav: Hesen Mihemed Nûr Xafûr
Navê dayîkê: Emîne
Navê bav: Mihemed Nûr
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Til Eran 1-1-1997
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023
Nasnav: Salih
Nav û paşnav: Salih Mihemed Rebî Mistefa
Navê dayîkê: Ezîze
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Til Eran 1-1-1997
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023.