Til Koçer-Cenazeyê şehîd Ela El Mitleq hat veşartin

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Koçer, Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê Cenazeyê şehîd Ela El-Mitleq li goristana navçeya Til Koçerê oxir kir.
Şêniyên Qamişlo jî 110 şehîdên meha Tebaxê, bi merasîmekê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Şervanê QSD’ê Ela El Mitleq di qezeyeke trafîkê de şehîd bûbû.

Li goristanê kestên axivî sersaxî xwestin û gotin:

“Bi saya fedakariyên şehîdan ewlehî li herêmê pêk hat, gel û pêkhateyên din, di bin sîwana neteweya demokratîk û biratiya gelan dijî.

Soza parastina destkeftiyên şehîdan û têkbirina planên dagirkeriyê hat dayîn.

Dawiyê wesîqeya şehîd hat xwendin û cenaze hate veşartin.

Li Qamişlo 110 şehîdên meha Tebaxê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 110 şehîdan merasîmek li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, endamên saziyan û meclisan tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û tevahî şehîdên azadiyê bibîr anîn.

Dawiya merasîmê, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin.

Back to top button