KNK’ê bang li NY û YE’yê kir ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo rewşa Rêber Ocalan bi fikarin û bang li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir ku tavilê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin.

KNK’ê piştî daxuyaniya endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok a li ser nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Ocalan banga hevdîtîna bi Rêber Apo re kir.

KNK’ê bi bîr xist ku zêdeyî 24 sal in tecrîdeke giran Rêber Ocalan tê ferzkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku parêzer ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin gelek caran serî li meqamên rayedar ên li Tirkiyeyê dan .

KNK’ê bi bîr xist ku CPT heta niha red dike ku bikeve nava liv û tevgerê û têkildarî rewşa li girtîgeha Îmraliyê ti agahî parve nekiriye.

KNK’ê di dawiya daxuyaniyê de ji bo hevdîtnê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê(YE) û Neteweyên Yekbûyî(NY) kir û got:

“Divê YE û NY zexta hiqûqî, siyasî û dîplomatîk li Tirkiyeyê bikin û heyatekê ji bo hevdîtina bi Rêber APO re ava bikin.”

Back to top button