Çalakvana sîvîl a Suweydayê Menal El-Hesen a li ser xwepêşandanên li Sweydayê axivî.
Çalakvanan bal kişand ser rola çalak a jinan di xwepêşandanan de.
Her wekî teqez kir ku jin jiyana azad, demokratîk û wekhev dixwazin.
Şêniyên Siweydayî xwepêşandanên xwe yên bi banga guhertina rêveberiya siyasî ya giştî berdewam dikin.
Xwepêşandêr banga rizgariya civakê, pêkanîna yekitiya di navbera tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de berz kirin.
Xwepêşandêran wêneyên Hevrîn Xelef ,pankartên bi nivîsa “Xwîna Hevrîn Xelef li Suweydayê nûjen dibe” hilgirtin.
Têkildarî xwepêşandanên li Sweydayê, çalakvana sivîl a Suweydayê Menal El-Hesen nirxandin kir.
Menal El-Hesen eşekre kir ku jin daxwaza jiyana hevbeş û azad dikin .
Menal El- Hesen da zanîn ku armanca wan ji van pêşandanan têkçûna sîstema rejîmê û daxwaza jiyana azad e .
Menal bal kişand ser rola jinan di xwepêşandanê û got: “Di xwepêşandanê de jin pêşeng in.
Menal El-Hesen: Gel bi israre ku mafê xwe bi dest bixe
Çalakvana sîvîl Menal El- Hesen di dawiyê de bang li tevahî jinên Sûriyeyê kir ku daxwaza mafên xwe bikin.