Dewleta Tirk êrişî gundên Til Temir û Zirganê kir

Bi ragihandina operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê‘ re dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêdekirine.
Artêşa dagirker vê sibê êrişê gundewarê Til Temirê kir û şerekî dijwar di navbera çeteyan û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de rûda.
Di encama bersivdayîna êrişan de 12 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Bi ragihandina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin.

Vê sibê çeteyên dewleta dagirker ji bejahî ve bi obîsan êrişî gundên Tewîle, Til Tewîl û Xemse ên navçeya Til Temirê kirin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişên dagirkeran têk bir

Şerekî dijwar di navbera çeteyan û Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de rû da û di encamê de şervanên meclisa leşkerî ya Til Temirê êrişa çeteyan têk bir.

“12 çeteyên dewleta Tirk li Til Temir û Zirganê hatin kuştin”

Di şerê li vir de, 10 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Hemwextî wê, Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan êrîşî gundê Bobî yê bajarokê Zirganê bikin.

Li vir jî hewldanên çeteyan rastî bersiva şervanên meclisa Leşkerî hatin û êriş hatin têkbirin.

Di bersivdayîna li vê derê jî 2 çete hatin kuştin, hejmarek birîndar bûn û çete bi paşde reviyan.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê tekez kir ku ewê bersiva hemû êrişên çeteyên dewleta Tirkiyê bidin û axa xwe diparêzin.

Di êrişên li ser Til Temirê de, 5 leşkerên Şamê hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê jî kirin hedef.

Di encamê de bi kêmanî 5 leşkerên Şamê hatine kuştin.

Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundê Sigêro yê Eyn Îsa kirin

Her wiha vê sibehê jî dagirkeran êrîşê gundê Sigêro yê li Rojhilatê Eyn Îsa’yê kirin.

Di êrişa li ser gundê Sigêro de çeteyek hate kuştin yek jî birîndar bû

Di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

Heman demê di êrişa li ser devereke hêzên Rejîma Surî de jî leşkerek hat kuştin û yek birîndar bû. Êrişa çeteyan li vir hat têkbirin.

Çeteyan li Mezra Mehmûd a Minbicê 2 jin bi kêrê şehîd xistin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ev du roje bê navber êrişê gundewarê Minbicê dike.

Çeteyên dagirkeriya tirk doh bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah a li Mezraya Mehmûd de girtin.

Bi kêrê êrişî pirejina bi navê Fatme El Xilêf (70) kirin.

Di encamê de pîrejin û hevjînekî kurê Mihemed Ebdullah şehîd bûn.

Her wiha 2 birayên malbatê, El Hac Ebdullah û Ehmed revandin.

1’ê Îlonê çeteyên dewleta Tirk yekser sivîl kirin armanc.

Di êrişa li ser gundê Mihsînlî de, ji heman malbatê 4 zarok şehîd bûn û welatiyek birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li malpera xwe derbarê êrişê de daxwiyaniyek da.

Navendê diyar kir ku hêzên wan êrişên çeteyên ku dixwazin gundên bakurê Minbicê dagir bikin têk birine.

Dewleta Tirk a dagirker gundekî Şehba û Girê Spî topbaran kir

Hemwextê van êrişan doh dagirkeran gundê Şêx Îsa yê Şehbayê û gundê El-Huriye yê Girê Spî topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi Balefireke biçek doh piştî nîvro li Girkê Legê êrișî erebeyekê kir.

Di vê êrişê de şehîd û birîndar çêbûn.

Back to top button