Pergala li Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye

Endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê qedexeya hevdîtina parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re şermezar kir û got, qedexe binpêkirin û berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî wî ye.

Li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê Mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da.

Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê Cotmeha 2023’yan de li miwekîlê wan Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.

Endama însiyatîfê Zeyneb Omer got: ” 25 sal di ser revandina Rêber Apo re derbas bûn.

Qedexekirin yek ji binpêkirinên derexlaqî yên herî qirêj e ku desthilata Tirk li dijî Rêber Apo pêk tîne.

Ji ber ku wî ji mafên wî yên mirovî bê par dihêle, her wiha nahêle malbat û parêzerên wî serdana wî bikin.”

Şeza El Hisên jî axifî û got: ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li dijî êrişên dewleta dagirker soza domandina têkoşînê û belavkirina ramanên wî li seranserî cîhanê da.

Back to top button