TAJÊ wê bi rengekî xurt tevlî pêngava KCK’ê bibe

Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ jî pêngava KCK’ê ya li dijî êrîş û xeteriyan erênî dîtin û ragihand ku wê bi rengekî çalak tevlî bibin.

Di vê çarçoveyê de TAJÊ li wargeha Şehîd Nazê a Serdeştê ji jinan re civînek li dar xist.

Di civîne de TAJÊ piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Bes e ji dagirkerî, tecrîd û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê ragihand.

TAJÊ’ê destnîşan kirin ku ew vê bangê ji xwe re dikin bingeh û wê bi rengekî çalak tevlî bibin.

Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî balkişand ser kuştin, zext û tundiya li ser jinê û îşaret bi girîngiya xwerêxistinkirina jinê kir.

Sebîha da zanîn ku kuştin û tundiya li jinê tê kirin, çavkaniya xwe ji feraseta serdestî û dagirkeriyê digire û got:

Bi tevlîbûna pêngavê wê pêşî li tundî û kuştina li jinan were girtin.

Sebîha Sebrî tecrîda li dijî rêber Ocalan jî şermezar kir û diyar kir ku tecrîd li ser hemû mirovahiyê ye.

Back to top button