Li ser ramanên Rêber apo semîner ji bo ciwanan hat dayîn

Bi pêşengiya Komîteya ji Rêber Ocalan re Azadî di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî’ semînerek li Silêmaniyê hat dayîn. Semîner ji du ciwanan re hate amadekirin û têde balkêşandin ser tezên çareseriyê yên Rêber Ocalan.

Semînera bi sernavê “Hûner di Ramana Teorîk ya Kurdî de” ji aliyê hûnermendê şanoyê Firyad Hesen hate dayîn û got;

“Perwerdekirina hestan, hünere. Lê mixabin em bi yek ji wan, ne huner û ne jî pêvajoya perwerdeyê re rû bi rû nebûn.

Em civakekin ku ji aliyê netewên hêzdar yên derdora me ve her ku diçe zêdetir tê wêrankirin.”

Di beşeke din ya semînerê de, rojnamevan Şadyar Şoriş gotarek bi sernavê “Rola ciwanan di avakirina netewa demokratîk de” pêşkeş kir û got;

“Rêber Ocalan dibêje ‘me bi ciwanî destpê kir û emê ciwanî bi ser bikevi’ Ji vê çavdêriyê em dibînin ku dînamoya guhertin û çareseriyê ciwanin.”

Back to top button