Li bajarê Winterhûr ê Swîsreyê jî ji bo azadiya Rêber Apo meşek hat lidarxistin.
Li vir Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Winterhûrê Îsmaîl Kaya axivî.
Kaya bal kişand bi ser pêngava 10’ê Cotmehê ya li gelek welatên cîhanê hatibû destpêkirin.
Piştre daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin.
Her wekî li ser navê Komîteya ji Abdullah Ocalan re azadî Mehmet Aslan axivî û got:
Gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî ji bo şikandina tecrîda dijmirovî ya li ser Rêber Apo hewl dide dengê xwe bigihîne qadan.
32 meh in me ji Serokê xwe tu agahî negirtiye.
Heta em agahiyekê ji Rêber Apo nebihîsîn em nasekinin.”
Girse piştî axaftinê derbasî qada çalakiyê bû, çalakiyên xwe li vir bi dirûşmeyan bi dawî kirin.”
Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo li Swîsreyê stand danîn



