Parlamentera HEDEP`ê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku çalakiyên ji bo pêngava azadiyê têne lidarxistin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye rojev û got: “Di çalakiyên ji bo pêngavê de Bakurê Kurdistan roleke girîng û bandor dilîze.Dê çalakî bi awayekî xurttirîn bidomin.”
Her dem diçe piştgiriya ji pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo zêde dibe.
Bi ragihandina pêngavê re li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakiyên xwedîderketinê tên lidarxistin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal, behsa giringiya lidarixtsina çalakiyan kir.
Newroz Uysal: Ev kampanya mîrasa çalakiyan e
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku her diçe tevlîbûna pêngavê zêde dibe û got:
“Ev pêngav ne yekemîn e, lê ew mîrasa çakakiyên ku hatine kirine.
Lêgerîneke çareseriyê çêdibe.
Di wê lêgerîna çareseriyê de nav û rola Birêz Ocalan serekeye.
Ji ber ku Birêz Ocalan di Girtigeha Îmralî de ne tenê girtiyek e, di bin tecrîdeke giran û mezin de ye.
Ev bi xwe re nerazîbûneke polîtîk, hiqûqî û mafên mirovî jî tîne.”
Newroz Uysal: Fikrê birêz Ocalan daxwaza azadiya wî gerdûnî kir
Newroz Uysal diyar kir ku ev kombûna li derdora Rêber Abdullah Ocalan encama paradîgmaya wî ye û wiha domand:
“Gelê Kurd ji bo nasîna bindestiya xwe û azadiya Rêber APo gelek çalakî lidaxistin.
Piştî ku pirtûkên Birêz Ocalan hatin wergerandin bandorek mezin çêkir.
Ev jî daxwaza azadiya Birêz Ocalan gerdûnî û girîntir dike.”
Newroz Uysal: Çalakiyên pêngavê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê
Newroz Uysal di berdewamî de diyar kir ku Tirkiye gardiyantiya Îmralî û temsîliyeta şerê li dijî Kurdan dike û got:
“Ji ber vê yekê çalakî, xebatên ji bo azadiya Birêz Ocalan bandoreke zêdetir wê bike.
Di çarçoveya kampanyayê de di 9`ê Cotmehê de meşeke li dijî komployê li Amedê hat lidarxistin.
Êriş û binçavkirinan tê de pêk hatin lê belê gelê Kurd bi sekna xwe îradeya xwe nîşan da. ”
Newroz Uysal: Wê çalakiyên me bidomin
Parlamentera HEDEP`ê Newroz Uysal Aslan, herî dawî ev yek anî ziman:
“Her çalakiyên em dikin li dijî wê êrişên tundraw têne kirin. Ev çalakî rojevek li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ava kiriye.
Ji bo xurtkirinê wê çalakiyên me berdewam bikin.”