Zubeyîr Aydar: Biryara êrişa li Parîsê ji Enqereyê hatiye dayîn

Ev êriş bi her awayî hat şermezar kirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir biryara êrişê ji Enqereyê hatiye dayîn û got: “Fransa ji vê êrîşê berpirsyar e..” KCDK-E û TJK-E’ê jî bi daxuyaniyan êriş şermezar kirin û bang li gel kirin ku dakevin qadan

Li paytexta Fransa Parîsê, seatên nîvor li dijî Navenda Çanda Kurd êrîşeke çekdarî pêk hat.

Di êrişê de 3 sîvîl şehîd bûn û 2 jê giran 3 birîndar bûn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar têkildar êrişê ji ANF’ê re axivî.

“Ev şêwayeke din a êrîşa 10 sal berê ye, ku li Parîsê hatibû kirin.

Em nizanin kesê hatiye girtin kî ye, lê ev êriş biryara wê li Enqerê hatiye dayîn û ji aliyê MÎTê ve hatiye organîze-kirin.

Aydar anî ziman, kê êrîş kiribe jî li pişt êrîşê Enqere heye û kuştina 3 jinên Têkoşer yên li Parisê bi bîr xist.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar dawiyê diyar kir ku Fransa ji vê êrîşê berpirsyar e û got: “Bi van êrîşan, nikarin me û gelê me bitirsînin. Bila gelê me yê li Parîsê li pêşiya komeleyê kom bibin.”

KCDK-Ewropa: Li dijî komkujiyê bilez dakevin qadan

Têkildarî mijarê Kongreya Civaka Demokratîk a li Ewropayê KCDK-E jî daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

KCDK-E’ê bang li gel kir ku li dijî komkujiyê bi lez dakevin qadan û çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin.

TJK- Ewropa: Di sala 10. a komkujiya li Parîsê de dîsa qirkirin hate plankirin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E’ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Di demeke ku operasyonên leşkerî û siyasî yên li dijî Kurdan zêde dibin, faşîzma Tirk careke din li Ewropayê MÎT li dijî Kurdan xistiye dewrê.

Êrîşa ku îro pêk hatî, encama vê polîtîkayê ye.

Di sala 10’an a komkujiya Parîsê de, careke din êriş hate plankirin.”

TJK-E’ê destnîşan kir ku kujer û hêzên li pişt wan diyar in û got: “Ji bo Fransa vê qetlîamê zelal bike û kujerên li pişt wê bidarizîne, em ê li qadan bin.

Emê hesabê van qetlîamên ku dewleta çete ya Erdogan li Ewropayê dike, bipirsin”

Back to top button