Piştî projeya “Himê”, dewleta Tirk Stasyona Elok dixebitîne

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser projeya bîrên Himê ber bi dawiyê ve dibir, Dewleta Tirk a dagirker piştî bêhtirî 20 rojan, Stasyona Elok pê xist..

Li gorî ku çavkaniyên me bi dest xistine, Dewleta Tirk a dagirker careke din stasyona Elok pê xist, lê hîna av negihaştiye bajarê Hesekê..

Heman çavkaniyê diyar kir ku, Dewleta Tirk tenê beşek ji bîran xebitandiye û hîna bîrên din weke xwe ne.

Ev yek jî piştî projeya Rêveberiya Xweser a bîrên Himê û piştgiriya zêde ya bi xelkên Hesekê re pêk hat..

Tê zanîn ji çaxa dagirkirina Serê Kaniyê ve, 8 caran stasyona Elok hatiye rawestandin û jiyana bêhtirî milyonek kes, ketiye metrisiyê..

Back to top button