Li pey hev û li dijî dagirkeran, çalakiyên gerîla tên kirin. Herî dawî YJA- STAR du dagirkerên din kuştin.
Gerîlayên YJA Starê li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek pêk anî.
Di vê çalakiyê de û li gorî hatî ragihandin 2 dagirker hatine kuştin.
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xantûrê ya Heftanînê weşand
Li aliyê din, Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li qada Xantûrê ya Heftanînê weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî bi par ve kirin:
“1’ê Gulanê saet 09:40’î li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, li dijî dagirkerên li ser Girê Sûîkastê çalakiyeke sekvaniyê hat kirin.
Di encama çalakiyê de fermandarê dagirkeran ê li ser gir hate kuştin.”
Ev jî dîmenê çalakiya wê demê ye ku Gerîla TV herî dawî weşandiye.