DYA Erdogan hişyar kir: Dev ji gurkirina şer û tundiya li Rojhilata Navîn berde!

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxuyaniyên serokê dewleta Tirk Erdogan ên derbarê şerê li Filistînê de, bi daxuyaniyên “gurkirina şer û tundiyê” bi nav kir û ew hişyar kir.

Berdevkê Wezareta Karê derve yê Amerîkayê Edward Ned Price bi daxuyaniyeke fermî, daxuyaniyên herî dawî yên serokê dewleta Tirk Erdogan bi awayekî tund şeremzar kir.

Ned Price diyar kir ku Erdogan bi daxuyaniyên xwe yên dawî derbarê şerê Filistîn û Israîlê “şer û tundiyê li Rojhilata Navîn gur dike û ev yek li dijî aştiyê ye”

Berdevkê Wezareta Karê derve yê Amerîkayê hişyarî da Erdogan ku van daxuyaniyên xwe bi dawî bike û şer û pevçûnê gurtir neke.

Hêjayî gotinê ku piştî şerê di navbera Israîl û Filistînê de ku ev bêhtirî hefteyekê berdewam e, serokê dewleta Tirk Erdogan hempîşeyê xwe yê Amerîkî Joe Biden ji ber piştgiriya wî ya bi Israîlê bi “destbixwîn” bi nav kiribû.

Back to top button