TEV-DEM: Bi yekbûna gelan wê dagirker ji Sûriyê û Îraqê bên derxistin

TEV-DEM’ê diyar kir helwesta hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê û hin partiyên başûr li dijî destwerdana artêşa Tirk ya li ser xaka Kurdistanê û Iraqê helwesta wan ne exlaqî ye û nîşan dide ku hikumeta Iraqê û hikumeta Herêmê nikarin welatiyên xwe biparêzin.

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku wê bi yekîtiya gelan, dewleta Tirk a dagirker bi temamî ji Sûriye û Iraqê bê derxistin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek nivîskî weşdan.

TEV-DEM’ê balkişand li ser bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê û hin partiyên başûr li dijî destwerdana artêşa Tirk a dagirker û wiha got:

“Bêdengiya wan, hevkariya wan ya rijandina xwîna welatiyên Kurd û Iraqê ye.

Helwesta wan ne exlaqî ye û nîşan dide ku hikumeta Iraqê û hikumeta Herêmê nikarin welatiyên xwe biparêzin.

Gihîşt astekê ku sedeman ji kirinên artêşa Tirk re bibînin û çekdarên hin partiyan tevî artêşa Tirk beşdarî operasyonên leşkerî bibin.

wekî ku xakekê rizgar dikin û şerekî pîroz bi rê ve dibin. Bi vê yekê ew xaka herêmê radestî dagirkerên faşîst dikin.”

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku Hikumeta AKP’ê, hewl dide herêma ji Efrînê heta Kerkûk, Heftenîn û Qendîlê û parçeyên ji Heleb û Mûsilê dagir bike.

TEV-DEM’ê anî ziman ku bi yekbûna gelan wê artêşa Tirk a dagirker ji hemû xaka Sûriyê û Iraqê derkeve û li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî, têk biçe.

TEV-DEM’ê bang li hêzên azadîxwaz û berxwedêr ên li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku li hemberî faşîzmê û di serî de piştevanê terora cîhanî Erdogan, bibin yek.

Back to top button